TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê bang li DYA û Îsraîlê kir: Danegerin ser xeta şer

Admin M
Nivîskar
📅 09 hezîran 2026 21:32

PeyamaKurd – Îran li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dike, hêzên xwe yên din xist nav tevgerê. Îranê helîkopterekî DYAyê li Tengava Hurmizê xist û her dû ajotvanên wê li peravên Ummanê rizgar bûn.

Li ser germbûna şer, dewleta Çînê bang li terefan kir û xwest ku arîşeyên xwe di rêya diyalogê de çareser bikin û agirbesa mayînde bikin.

Li ser germbûna rewşa li Rojhilata Navîn, berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Lin Jian, Îranê bi fuzeyan li Îsraîlê xist ragihand:

“Sê mehê şerê ku di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de dewam kir, bandora kûr li herêma Kendavê û erdnîgariya Rojhilata Navîn kir. Rûdanên çêbûn îsbat kirin ku rêbazên leşkerî çareseriyê nakin, bikaranîna hêzê rewşê aloztir dike.

Muzakereyên di navbera DYA û Îranê de di pêvajoyekî sext de derbas dibe û divê teref car din şer nedin destpêkirin. Divê rêz li desthilata welatên herêmê bigrin û yekîtiya axa wan biparêzin.”

Parve bike: