TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê biryara vekirina sînemayan da

Admin L
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2020 13:00

PeyamaKurd - Li Çînê sînema ji ber vîrusa Korona hatibûn girtin. Piştî 6 mehan biryara vekirina sînemayan hat dayin.  


Rayedarên Çînê, destûra vebûna sînemayan, tenê li cihê xeteraya vîrusa Korona kêm e dan.

Herwiha çapemeniya Çînê dîyar dike, bilêtên sînemayê yên ji înternetê hatine firotin zû qediyane.

Her sînemayek, dê karibe bo ji sedî 30 kapasîteya xwe bilêtan bifroşe.

Li gor vê biryarê dê li sînemayê, bikaranîna maskeyan jî bibe şert.

Bo parastina mesafeya civakî, li sînemayê rûniştina li ber hevdu qedexe ye.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê ji 85,000 kesan pirtir bi vîrusa Korona ketine û 4,644 kes bi vîrusê can dane.

Parve bike: