TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê ji ber hevkariya serdana Seroka Taywanê rêveberên du saziyên Amerîkî ceza kir!

Admin H
Nivîskar
📅 07 nîsan 2023 23:37

PeyamaKurd – Hikûmeta Çînê bi sedema ku di serdana Seroka Taywanê Tsai Ing-wen a Amerîkayê de, hevkarî kirine biryar da ku rêveberên du saziyên Amerîkî ceza bike.

Rêveberiya Pekînê ragihand ku wan ceza liser  kesên ku hevdîtina navbera Seroka Taywan û Serokê Encûmena Nûneran a Amerîka çêkirîne bisepînin.

Beriya serdana Seroka Taywanê Tsai Ing-wen ya Amerîka dest pê bike Pekînê hişyarî dabû Taywanê, lê belê ligel vê jî Tsai Ing-wen bi Serokê Encûmena Nûneran a Amerîka Kevin McCarthy re cviya.

Hat ragihandin ku rêveberên saziyên Pirtûkxaneya Tonald Reagan ya mazûvaniya civînê kiriye û Enstîtuya Hudson ya Seroka Taywanê xelat kirîye ji aliyê Çînê ve hatine cezakirin.

Herwiha Çînê ragihand ku ew dê sizayan li ser Balyozê Taywanê yê li Amerîkayê Hsiao Bi-khim jî bisepînin.

Parve bike: