TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê, Trump û Pompeo di nava wan de dorpêçê danî ser 28 kesan

Admin M
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2021 05:31

PeyamaKurd – Piştî serokatiya Trump qediya dewleta Çînê bi sedema zerarê daye Çînê, dorpêçan danî ser 28 kesan ku Trump û Pompeo jî di nava wan de ne. Di nava sedeman de îhlala hukumraniya Çînê û mudaxeleya nav karê hundir hene.

Wezareta karên derve ya Çînê mijarê weha ragihand:

“Di salên dawiyê de li Amerîkayê hinek siyasetmedarên dijminên Çînê bo berjewendiyên xwe û hem ji Çînê nefret kirin. Hem berjewendiyên xelkê Amerîkayê û Çînê piştguh kirin, destê xwe kirin nav karên dewleta Çînê û plan kirin da zerarê bidin berjewendiyên Çînê. Lewra me bo 28 kesan biryara dorpêça ser wan da.”

Parve bike: