Çipras ji bo YA ê got: Dorpêçê deynin ser Tirkiyê
PeyamaKurd – Piştî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo Yûnanistanê got ku ‘dibe em di şevekê de jinîşkave werin’, muxalefeta Yûnanistanê jî ket nav panîkê û ji Yekîtiya Awrûpayê xwest ku di rewşeka wisa de dorpêçan deynin ser Tirkiyê. Di serî de serokwezîrê Yûnanistanê bangê li YA yê kiribû û niha serokê muxalefetê Aleksis Çipras daxwazê kir. Çipras daxwaza xwe di wexta ku bi nûnerê bilind yê siyaseta karên derve û ewlehiyê bi Josef Borrell re kir, ragihand. Li gor ragihandina rojnama Ta Nea yê Çipras weha gotiye:
“Eger Tirkiye desthilat û egemeniya Yûnanistanê îhlal bike, divê dorpêç bikevin dewrê.”
Berdevkê komisyona YA yê Peter Stano di rojên borî de weha gotibû:
“Yûnanistan endamê YA ye. YA û dewletên endam ji bo Tirkiye asta dijberiya xwe daxîne û tewrekî êrênî nîşanî Yûnanistanê bide, me bendeyên xwe ragihandiye.”