TR KU SO
FB X
Cîhan

Civata Gistî bi 141 dengan Rûsya sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 03 adar 2022 13:35

PeyamaKurd Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ji ber dagirkirina Ukraynayê, do Çarşemê bi 141 dengên ji 193 dewletên endam, Rûsya şermezar kir.

Li gor zanyariyan, Civata Giştî, di hewleke dîplomatîk a tenê hiştina Rûsyayê di qada navnetewî de, ji Moskowê daxwaz kir ku şer bisekinîne û hêzên xwe ji Ukraynayê vekşîne.

Herwiha di rûniştina awarte de, ji xeynî Rûsya, tenê Belarûs, Erîterya, Koreya Bakur û Sûrîye li dijî pêşniyarê dengê na da û Çîn jî di nav de 35 dewlet ji tev li dengdanê nebûn.

Parve bike: