Cîhan
Civîna 5 qolî li Kîsînevê destpêkir
PeyamaKurd – Civîna 5 qolî ya ji Azerbeycan, Ermenistan, Fransa, Almanya û Yekîtiya Awrûpayê pêk tê, li payîtexta Maldova li Kîşlînevê destpêkir. Serokê Konseya Awrûpayê Charles Michel, serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan tevlî hevdîtinê dibin.
Serokê Azerbeycanê Aliyev têkiliyên xwe yên dîplomatîk li Kîşînevê dewam dike. Aliyev û Paşinyan cara dawiyê di 25 ê gulanê de bi tevlîbûna serokê Rûsyayê Putin re li Moskovayê civîna xwe ya sê qolî kiribûn.