TR KU SO
FB X
Cîhan

Civîna 9emîn a Astanayê ku mijara wê Sûriye ye qediya

📅 15 gulan 2018 23:39

PeyamaKurd - Civîna 9emîn a Astanayê ku mijara wê Sûriye ye li Astanaya paytextê Qazaxistanê çêbû.

Di civînê de Tirkiye, Rûsya û Îran li ser mijara herêmên alozî kêm bûye û parastina rejima agirbestê mutabiq man. Biryar hat dayîn ku civîna koma xebatê li Enqereyê, civîna garantoran ya bê jî wê li Soçiyê bê kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Qazaxistanê Erjan Ashîkbaev, heyetên Tirkiye, Rûsya, Îran, rejim, muxalefet, Urdin û Neteweyên Yekbûyî di civînê de amade bûn. Danezana encama civînê hat xwendin.

Di danezana encamê de hat gotin hemû alî li ser mijara herêmên rageşî lê kêm bûye, parastina rejima agirbestê, kêmkirina tundiyê û îstiqrara ku divê li Sûriyeyê çêbibe mutabiq mane.

Di encamê de mijarên alîkariya mirovî, penaber û vegera penaberan a malên xwe bûn mijarên girîng.

Hat gotin li hember rêxistinên terorê DEAŞ, Eniya Nusrayê û komên din ên ku di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digrin têkoşîn wê dewam bike.

Ji bo berdana girtiyan, teslîmkirina cinazeyan û lêgerîna kesên winda komeke xebatê hatibû avakirin ku di encamê de hat gotin vê komê civîna xwe ya duyemîn kiriye û pêşva çûye ku heyet ji vê kêfxweş in.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Qazaxistanê Ashîkbaev anî ziman Koma Xebatê ya Kesên Dîlgirtî wê di meha hezîranê de li Enqereyê bicive.

Ashîkbaev got civîna garantoran ya bê wê di meha tîrmehê de li Soçiyê bê kirin.

Parve bike: