Civîna G20 îro li Îtalyayê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Li bajarê Matêra yê Îtalyayê, îro civîna G20 tê lidarxistin. Biryar e di civîna îro ya G20 de, mijarên alîkariyên mirovî, birçîtî û guherîna keşûhewayê bêne gotûbêjkirin.
Wezîrên derve yên endamên Koma 20, berî birêveçûna civînan, li bajarê Barî yê li başûrê Îtalyayê di merasîmekê de, hev du dibînin.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luycî dî Mayo, li nêzîkî Kenîseya San Nîkola pêşwaziyê li yek bi yek Wezîrên Karên Derve yên welatên G20 dike û cihên dîrokî yên bajar nîşanî wan dide.
Ew piştî rêûresma pêşwaziyê, diçine bajarê Matêra, ku 56 kîlometreyan ji wê derê dûr e û li wê derê mijarên civînan têne gotûbêjkirin.
Di bin diruşma “Xelk, goga zemînê, xweşguzeranî”, wezîrên derve yên wê komê yekem rûniştina xwe taybet dikin bi krîzên cîhanê, bi taybetî alîkariya mirovî û tendirustî ya cîhanî.