Civîneke veşartî di navbera Hamas û şandeya Fransî de pêk hat!
PeyamaKurd - Çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku berpirsên payebilind ên Buroya Siyasî ya Hamasê bi şandeyeke dîplomatên Fransî yên niha û berê û siyasetmedarên Fransî re civîneke veşartî li dar xistin, ku ev yekem civîna wiha ye ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve. Her çend her du aliyan civînê piştrast kirin jî, hûrguliyên derbarê cih û naverokê de nehatin parvekirin.
Çavkaniyên Filistînî ji rojnameya Esharq El-Ewsat re axivîn û ragihandin ku berpirsên payebilind ên Buroya Siyasî ya Hamasê bi şandeyeke Fransî re ku ji dîplomatên Fransî yên niha û berê û herwiha endamên parlementoyê ji hem hevpeymaniya desthilatdar û hem jî ji opozîsyonê pêk dihat, civîneke "veşartî" li dar xistin.
Du çavkanî - yek bi rêxistinên nehikûmî yên Filistînî yên ku li ser bernameyên hevbeş bi Fransa û welatên din ên Ewropî re dixebitin ve girêdayî ye û ya din jî ji rêxistineke Filistînî ya nêzîkî Hamasê ye - diyar kirin ku civîn "di demên dawî de" li "welatekî herêmê" pêk hatiye, lê her du çavkanî jî ji eşkerekirina navê welêt dûr ketin.
Çavkaniyan civîn wekî "pir nepenî" bi nav kirin û destnîşan kirin ku hin welat û rêxistinên Filistînî yan berî wê yan jî piştî wê agahdar bûne. Du çavkaniyên payebilind ên Hamasê di daxuyaniyên kurt de hevdîtin piştrast kirin, lê ji parvekirina hûrgiliyan dûr ketin.
Fransa Hamasê wekî "rêxistineke terorîst" bi nav nake. Lêbelê, ew li dijî kesên ku çalakiyên rêxistinê fînanse dikin, tedbîrên qanûnî dimeşîne. Piştî bûyerên 7ê Cotmehê, bangên li Parîsê ji bo dabeşkirina Hamasê wekî "rêxistineke terorîst" bûn sedema nîqaşeke berfireh. Ji aliyekî din ve, Yekîtiya Ewropayê (YE), ku Fransa endamê wê ye, ji sala 2001an vir ve Hamas û baskê wê yê leşkerî, Lîwayên Îzzeddîn el-Qesam, di "Lîsteya Terorê ya Hevpar a YE" de dihêle. Gulana borî, wê herwiha cezayên zêde li ser Hamas û Cîhada Îslamî ferz kir.