TR KU SO
FB X
Cîhan

CNBC ragihand: Amerîka wê li 8 hedefan bixe

Admin M
Nivîskar
📅 13 nîsan 2018 22:48

PeyamaKurd- Piştî civîna Konseya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê yek ji rêvebiriya  Amerîkayê  bi şertê ku nav nê dayîn bo TV ya CNBC axivî.

Çavkaniya ku bo TV yê axivî got ku eger Amerîka lê bixe, 2 ji wan baregehên hewayî ne û bi temamî wê li 8 hedefan bixe. Tevî ku di civîna do de, bi temamî biryareka dawî nehatiye sitendin jî li ser 8 hedefan radiwestin.

Di nava hedefan de yek jî navenda lêkolîna heye. Çavkanî dibêje ku Sûriye ne bawere ku Amerîka êrîşê seha hewayî ya Rûsya bike. Lewra rejîma Sûriyê bi miqdareka zêde sîlih û muhîmmatê di wê sehayê de vedişêre.

Parve bike: