TR KU SO
FB X
Cîhan

CNN: Amerîka pêsniyara Patriotan bo Tirkiyê bi pas de kisand

📅 23 tebax 2019 13:01

PeyamaKurd – Saziya çapemeniyê ya amerîkî CNNê ragihand ku, Amerîkayê pêşniyara pergalên parastinê ya Patriotan bo Tirkiyê, bi fermî bi paş de kişandiye.

Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji CNNê re axivî û da zanîn ku, “eger Tirkiye ji Rûsyayê Pergalên Prastina Hewayî yên S-400an bikire, em dê pêşniyara xwe ya dawî ya Patriotan bo Tirkiyê bi paş de bikêşin. Û dema pêşniyara me bidawî hat û me pêşniyara xwe bi şûnde kişand.”

Li gorî nûçeyê wî rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye, “eger Tirkiye ji Rûsyayê Pergalên Prastina Hewayî S-400an bikire, em dê pêşniyara xwe ya dawî ya Patriotan bo Tirkiyê bi paş de bikêşin. Û dema pêşniyara me bidawî hat.”

Demek berê jî Amerîkayê, Tirkiyê bernameya hevkar a hilberînerên F-35an derxistibû.

Parve bike: