Cîhan
Connolly: Heke ne ji Kurdan û Pêsmerge bûya…
PeyamaKurd – Endamê Partiya Demokratan li Kongreya Amerîkayê Gerry Connolly ragihand ku rêxistina terorîst DAIŞ bi destê Kurdan û Pêşmergeyan hatiye têkdan û divê dinya vê ti carî ji bîr neke.
Connolly bal kişand ser ku hîn xeteriya DAIŞê bidawî nebûye û got, “Her ku di destê vê rêxistina terorîst de ti herêmeke nemaye jî hîn jî di xeterbûna xwe de berdewam e. Şaneyên razayî dihêlin ku xeterî zêde bibe.”
Senatorê Amerîkî bang li rayedarên Amerîkayê kir û wiha axivî: “Ez tim vê bi bîra rayedarên Amerîkayê dixim: Heke ne ji Kurdan û Pêşmergeyan bûya, dinya ti carî li hember DAIŞê bi ser nediket.”
Connolly destnîşan kir, “Divê ti kes vê rastiyê ji hişê xwe dernexe û Kurdan ji bîr neke.”