Cîhan
Cotiyar û polîs lihev dan: 1 kustî û 300 birîndar
PeyamaKurd – Li Payîtexta Hindistanê li Delhiyê bi hezaran cotiyarên Hindê, bi sedema qanûnên nû yê zîraetê protesto kirin û bi polîs re lihev dan. Xwepêşandêrekî mir, 300 kes birîndar bûn û niha 200 kes di bin çavde ne.
Serpereştê cotiyaran ragihand ku wan xwestiye xwepêşandanekî aştiyane bikin lê hinek kesên tundrew ketine nava xwepêşandanê û tevliheviyê çêkirine.
Kesên hatine binçavkirin niha bi tewana “derxistina tevliheviyê” , “zerardayîna malê giştî” û “êrîşa ser hezên asayîşê” tên tewanbarkirin. Heya niha 22 polîs bûne dawedar.
Li gor ragihandina polîs; niha li Delhiyê rewşa asayîşê aram e.