COVID-19 | 2 milyon û 200 hezar kes enfekte bûn û 154 hezar kes mirin
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê ji destpêkê heya niha 2 milyon û 200 hezar kes bi korona nifşê nû (Covid-19) ketine ango enfekte bûne û 154 hezar û 271 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Iranê 80 hezar û 868 haletên tûşbûna koronayê hatine tomarkirin. Di 24 saetên dawiyê de 73 kesên din mirin û hejmara miriyan bû 5 hezar û 31 kes.
Wezareta Tendirûstiya Sûriyê ragihand ku 38 haletên tûibûnê hatine tomarkirin û ji ber wê şewbê 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku, li gorî daneyên dawîn ji ber koronayê (Covid-19) hezar û 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 78 hezar kes û 546 kes jî enfekte bûne.
Li Herêma Kurdistanê li gorî amarên ji 16ê Nîsanê heta niha 335 kes bi koronayê ketine, ji wê hejmarê 227 kes baş bûne û 4 kesan jî can daye.