TR KU SO
FB X
Cîhan

CPJ daxwaz dike rojnamegerên girtî serbest bêne berdan

📅 31 adar 2020 16:38

PeyamaKurd - Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji ber Covid-19ê daxwaz kiri ku hemû rojnamegerên girtî serbest bêne  berdan. Komîteyê diyar kir ku li seranserê cîhanê bi kêmanî 250 rojnameger girtî ne û dest bi kampanyayekê kir.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji bo rojnamegerên girtî serbest bêne kampanyayek navdewletî d destpêkirin. Komîteyê ji ber koronavîrusa nifşê nû (Covid-19) ya ku wekî pandemî hatiye ragihandin, xwest ku rojnamegerên girtî bêne parastin:

“Komîteya Parastina Rojnamegeran di vê newşa em tê de ya Covid-19ê de bang li hemû dewletan dike ku hemû rojnamegerên li girtîgehan serbest berdin. Em li ser navê zêdetirî 250 rojnamegerên di paş dîwaran de bang li karbidestan dikin ku van girtiyên polîtîk bê şert û merc û tavilê serbest berdin.

CPJê azadî ji bo rojnamevanên girtî xwest, “Rojnamegerên girtî nikarin derûdora xwe kontrol bikin, nikarin biryara izolasyona xwe bidin û gelek caran ji dermankirinên pêwîst bêpar tên hiştin. Li seranserê cîhanê rêxistinên azadiya çapemeniyê û mafparêz bang li serokên cîhanê dikin ku hemû rojnamegerên girtî, tavilê berdin. Hûn jî tev li me bibin û daxwaznameya me îro îmze bikin.”

Kesên dixwazin beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin li vir bitikînin an jî li ser medyaya civakî etîketa #FreeThePress-ê binivîsin.

Parve bike: