Cîhan
Çû da keça xwe ji dibistanê bîne lê wê kuştin
PeyamaKurd – Li Îstenbolê li navça Fatihê jina bi navê Semiha Deniz (33) çû dibistanê da keça xwe ji dibistanê bîne lê mêrê wê yê ku pê re li ber hevberdanê bûn, bi sîlihê lê xist û jinê birîndar kir.
Rûdan li dora nîvro li ber taxa Fatih Seyyid Ömer li ber dibistana Vedide Baha Pars İlkokulu çêbû. Keça wê ya diçû dibistanê 14 salî bû.
Dema Semiha Deniz birîndar bû ew birin nexweşxanê lê Deniz li nexweşxanê can da. Polîs niha ket pey kujer da wî bigre.