Cîhan
Çûna Lavrov bo Tirkiyê hat pasdexistin
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov wê di 12 ê adarê de seredana Tirkiyê bikira lê ev seredan hat paşdexistin bo 18 ê adarê. Hat ragihandin ku bi sedema guherîna plana seredanên wezîr, ev guherîn çêbûye.
Hat ragihandin ku paşdexistina seredanê bi agahdarkirina Tirkiyê hatiye kirin. Lavrov wê serokatiya civîna wezîrên karên derve û serokatiya civîna Grûba Plandanana Startejîk birika.
Tirkiyê heya niha di derbarê paşdexistina hatina Lavrov de beyanekî nedaye.