TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeh ceza da Selahattin Demirtas û Sureyya Önder

Admin M
Nivîskar
📅 07 îlon 2018 20:27

PeyamaKurd- Dadgeha 26 emîn ya cezayê giran ya bajarê Îstenbola Tirkiyê, bi sedema ku “propaganda rêxistina terorê” kirine, 4 sal û 8 meh ceza da Demirtaş û 3 sal û 6 meh jî ceza da parlementerê berê Sırrı Sureya Önder.

Darizandin li Sîlîvriyê çêbû û Demirtaş bi rêya SEGBİS ê tevli darizandina dadgehê bû. Önder di salona dadgehê de amade bû. Hinek ji parlementerên HDPê jî di dema darizandinê de amade bûn. Demirtaş bo parêznama xwe, ji dadgehê 3 roj wext xwest. Demirtaş di dadgehê de weha got:

“ Ez ê parêznamê nedim we lê ez ê biaxifim. Bi sedema ku tewambariyên we ji wijdan û dadweriyê dûrin, ez ê bersiva tewanên we nedim. Hun  çawa qebûl dikin? Baweriya min bo heyeta we sifir e.”

Sırrı Sureya Önder jî got ku ew bi temamî tevli gotinên Demirtaş dibe û weha dewam kir:

“Gelî heyetê! Ez bi we bawer nînim. Di ti pêvajoya vê darizandinê de,  darizandineka bi dadwerî çênebû. Di xwepêşandanê de axaftina min 3 deqe bû.” û axaftina xwe di laptopa bi xwe re, bi heyetê da temaşekirin.

Önder got ku wan axaftinên di nava tewanê de hene, ew wan axaftinan nekiriye.

Parve bike: