Cîhan
Dadgeh daxwaza rahîp Brunson red kir
PeyamaKurd- Ev çend mehe ku rahip Andrew Brunson di navbera Amerîka û Tirkiyê de bûye pirsgirêk. Brunson li Tirkiyê di zîndanê de ye û tevî daxwaza Amerîkayê nayê berdan.
Di vê celseyê de jî dadger car din daxwaza berdana rahîp red kir. Rahîp îro derket pêşberê dadger û dadger biryara dewama zîndanîbûna wî da. Sûcê ku bi bal rahip Brunson ve tê kirin; li ser navê FETÖ û PKKê casûsî kiriye.
Brunson li bajarê Îzmîrê di dadgeha cezayê giran ya 2 yem de hat dariznadin. Brûnson û parêzerê wî tevli celseyê bûn.