Cîhan
Dadgeh pistî 37 salan Sasunyan serbest berda
PeyamaKurd- Dadgeha Californiyayê bi sedema ku Hamping Saasunyanê Ermenî, balyozê Tirkiyê yê Los Angelesê kuştibû, ceza dabûn Sasunyan û piştî 37 salan, li ser daxwaza wî, dadgeh biryara bertdana wî bi şert da. Sasunyan ji sala 1982 an heya niha di zîndanên Amerîkayê de ye. Sasunyan balyozê Tirkiyê yê Los Angelesê Kemal Arıkanî kuştibû.
Li ser biryara dadgehê, Tirkiyê nerazîbûna xwe diyar kir û got ku ew biryara dadgehê ya ku tabi’ê erêkirina parêzgerê Californiyayê ye û rêya temyîzê jê re vekiriye, şermezar kir.
Di wan salên 80 yan de li seranserê dinyayê bi sedema ku Tirkiyê Ermeniyan qetil kiriye, rêxistinên Ermenî dest bi kuştina dîplomatên Tirkiyê kiribûn û 31 dîplomat û 58 Tirkan kuştibûn.