Cîhan
Dadgeha Amerîka ji bo ajanê FBIyê 1.4 milyar dolar ceza da Îranê
PeyamaKurd – Dadgeheke Amerîkayê ji bo ajanê berê yê FBIyê Robert Levinson ku piştî ku di sala 2007an de diçe Îranê tê revandin û windakirin, biryar da Îran bi 1.4 milyar dolaran malbata wî qerebû bike.
Dadgehê di biryara xwe de ragihand ku 107 milyon dolar madî û 1.3 milyon dolar jî qerbûkirina manewî ye û divê Îranê bide malbata Levinson.
Malbata Levinson piştî biryarê kêfxweşiya xwe aniye ziman û gotiye, ev biryar li beramber êş û janên wan ên bêmînak hatiye dayîn.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî derbarê biryara dadgeha Amerîkî de ti şîroveyek nekir ku Îranê beriya niha jî gotibû, Levinson ne li Îranê ye û beriya salan terka Îranê daye.