TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Cezayê ya Navdewletî serdozger Kerim Xan ji ser wezîfê girt

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2026 14:01

PeyamaKurd – Meclisa Dewletên Teref ya Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ji ber giliyê serdozgerê dadgehê yê Kerîm Xan hatibû kirin, di derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin û niha ew lêpirsîn temam bû. Bi sedema ‘wezîfa xwe bi xerabî bikaraniye’ û ‘wezîfa xwe îhlal kiriye’ serdozger ji ser karê wî girtin.

Bi vê biryarê re dadgeha ku di sala 2002an de hatibû damezrandin cara ewiliyê ku serdozgerekî ezil dike. Meclisa navborî berê ji bo demkî, bi sedema lêpirsîna acizkirina cinsî, serdozger ji ser kar dûr xistibû û niha biryara xwe ya dawiyê da.

Dengdana li ser Kerîm Xan li navenda NY ya li New Yorkê hat kirin û ew ji ser karê wî bi temamî ezil kirin. Di dengdanê de ji nûnerên 125 welatan yên 110 welatan ketin dengdanê, dawîanîna karê serdozger bi dengdana nûnerên 82 welatan hat kirin. Di dengdanê de 13 nûner li dijî biryarê derketin û 15 nûner rengê xwe aşkera nekirin.

Kerîm Xan di Gulana sala 2024an de daxwaza girtina serokwezîrê Îsraîlê Benyamin netenyahû û wezîrê bergiriyê yê Yoav Gallant kiribû û piştî vê rûdanê keçekî an jinekî ku di meqamê wî de dixebitî, beyana sûc ya tacîza cinsî di derbarê wî de dabû.

Parve bike: