TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Fransayê ya Cezayê 4 sal ceza da Rifet Esed

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 02:53

PeyamaKurd- Dadgeha Fransayê bo mamê serokkomarê Sûriyê bo Rifet Esed bi sedema ku xwestiye perê rewa bike, 4 sal cezayê zîndanê dayê.

Darizandina Rifet Esed ji sala 2019an heya niha dewam dikir lê niha biryara dadgehê aşkera bû. Dadgeha cezayê ya Parîsê cezayê 4 salan bo zîndanîkirinê da Rifet Esed û di serde destdanî ser serweta wî ya bi miqdarê 29 mîlyon dolarî.

Gumanbarkirina Rifet Esed ew bû ku fonên Sûriyê yên dewletê di rêyên ne rewa de bikardianî. Perê Rifet Esed yê li Fransayê li dora 90 mîlyon Ewro ye.

Parve bike: