Dadgeha Tirkiyê Ahmet Ozer ceza kir û qedexe danî ser
PeyamaKurd - Dadogeha Stenbolê di çarçoveya doza "Rêxistina Sûcê ya Azîz Îhsan Aktaş" de bi tohmeta "bi rêya xemsariyê xerab bikaranîna peywirê" 8 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li ser Şaredarê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer sepand.
Dadgehê biryar da ku eşkerekirina hukmê cezayê girtîgehê paş bixe, lê di heman demê de peywira karmendiyê li Ozer qedexe kir ku nekaribe vegere ser karê xwe.
Di vê doza ku 200 gumanbar tê de dihatin darizandin de, Ozer ji tohmeta "sextekariya di belgeya taybet de" beraet kir.
Ev biryar di demekê de hat ku berê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bang kiribû ku divê Ahmet Ozer û Ahmet Turk vegerin ser karê xwe. Li aliyê din, derbarê Ozer de berê jî ji ber heman tohmetê du dosyeyên cuda hatibûn vekirin û herwiha li şûna wî qeyûm hatibû danîn.