Cîhan
Dadgehê 64 kesên girêdayî Îranê bi cezayê heta hetayê ceza kir
PeyamaKurd - Dadgeheke li Bahreynê di çarçoveya dozeke têkildarî "terorê" de, 69 kes bi tawana pêwendiya bi Artêşa Pasdaran a Îranê re sûcdar dîtin û 64 kes bi cezayê girtîgeha heta hetayê ceza kirin.
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Maf û Demokrasiyê ya Bahreynê (BIRD), ji bilî cezayên girtîgeha heta hetayê, her wiha 5 kesên din jî bi 15 salên girtîgehê hatin cezakirin.
Dozgeriya Giştî ya Bahreynê ragihand ku tawanbaran rêxistineke terorîst a girêdayî Pasdaran ava kirine û birêve birine.
Di nava 69 tawanbarên ku hatine darizandin de 60 kesên ku wekî melayên Şiî têne naskirin jî hene ku bi hewldana têkbirina nîzama destûrî û belavkirina îdeolojiya Îranê dihatin tawanbarkirin.