TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgerê DMME: Dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 00:02

PeyamaKurd – Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen ragihand, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin.

Turmen li ser binpêkirina biryara DMMEyê û bernedana karsazê tirk Osman Kavala ragihand ku wê meha Hezîranê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarê bistîne û wê biryarê ji nû ve bişîne DMMEyê.

Turmen diyar kir ku heger Tirkiye Kavala bernede, wê pêvajo heta derxistina Tirkiyê ji Konseya Ewropayê biçe ku Tirkiye bixwe yek ji welatên endamê destpêkê yê konseyê ye.

Turmen bal kişandiye ser rewşa Selahattîn Demirtaş jî û gotiye, wê Konseya Ewropayê destwerdana vê rewşê bike.

Dadgerê DMMEyê herwiha li ser mikurhatin û îfşaatên mafyagerê tirk Sedat Peker jî gotiye, tişetî mirov dixe endîşeyê bêdengmayîna dozgerane ku nakevin tevgerê.

Parve bike: