Cîhan
DAISê 8 sivîlên ku revandibûn kust
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêxistina terorîst DAIŞê doh 8 kesên li bejahiya Tibnî ya Dêrazorê, revandibûn kuştin.
Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê ragihand kuçekdarên DAIŞê komkujiyek li ser 8 kesên ji devera Me’edan a Dêrazorê revandibûn pêk anîye.
Li gorî SANAyê ev ne cara yekê ye ku şaneyên DAIŞê, di dema çêrandina pez de, sivîlan li bejahiyên Reqa, Dêra Zorê û Homsê dikin armanc.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) jî heman nûçe piştrast kiriye ku herî dawî 8 sivîl hatine kuştin.