DAISê dîmenên çespandina 11 rehîneyên xiristiyan wesand
PeyamaKurd – Ajansa rêxistina terorî ya DAIŞê di vîdeoyekê de îdia kir ku 11 rehîneyên xiristiyan înfaz kiriye. Rêxistinê di 22yê Berfanbarê de ragihandibû ku dê ji bo ‘tolhildan’a Ebûbekir Bexdadî dest bi êrişan bike.
Rêxistina terorî DAIŞê bi vîdeoyekê îdia kir ku 11 rehîneyên xiristiyan li Nîjeryayê kuştine. Hat diyarkirin ku her 11 rehîne jî mêr bûne lê nav û nasnameyên wan nehatiye eşkerekirin.
Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê di 22yê Berfanbarê de ragihandibû ku ji bo ‘tolhildan’a Ebûbekir Bexdadî dê dest bi êrişan bike.
Beşek ji rêxistina nîjerî ya îslamîstên tundrew Boko Haram bi navê ‘DAIŞê Afrîkaya Rojava’ şer dike. Wê rêxistinê berê jî du hemşîre qetil kiribûn.