TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê gef li Erdogan, Tirkiye û Amerîkayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2019 00:12

PeyamaKurd – Şaneya rêxistina terorîst DAIŞê ya xwe wekî; ‘Wilayeta Tirkiyê’ dide nasîn vîdyoyeke propagandayê belav kir.

Di vîdyoya ku 5 milîtan girêdana xwe ya bi Bexdadî re tînin ziman de, milîtanekî DAIŞê yê bi tirkî dipeyive jî Erdogan, Tirkiye û Amerîkayê tehdît dike.

Saziya bi navê SITE Intelligence Group ku dîmen û dengên DAIŞê analîz dike û wekî nûçe belav dike li ser malpera xwe vîdyoya DAIŞê weşand.

Li gorî vîdyoya DAIŞê terorîstê bi navê Ebu Katada El Turkî gefan li Erdogan û Tirkiyê dixwe û herwiha terorîstên DAIŞê di heman vîdyoyê de gefê li Amerîkayê jî dixwin û dibêjin, ‘şêrên cîhadîst’ ji doza xwe venagerin.

Parve bike: