Cîhan
DAIŞê kuştina 2 berpirsên Sûriyê li xwe girt
PeyamaKurd - Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li nêzîkî gundê Tahna li ser rêya M4 li rojhilatê parêzgeha Helebê girt ser xwe.
ÇDAIŞê li ser êrîşa rêya M4 a li nêzîkî gundê Tahna yê Menbîcê li rojhilatê parêzgeha Helebê, ku di encamê de 2 rayedar hatibûn kuştin daxuyanî da.
DAIŞê di parvekirineke li ser yek ji hesabên xwe yên medyaya civakî de, berpirsiyariya êrîşê girte ser xwe.