Cîhan
DAISê li bakurê Bexdayê êrîsek pêk anî
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, êrîşî ser bakurê Bexda ya paytexta Iraqê kirin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 19.06.2021ê terorîstên DAIŞê êrîşî ser navçeya Şêx Îbrahîm a bajarokê Tarmiye ya li bakurê Bexdayê kirine.
Herwiha terorîstên DAIŞê li navçeya Şêx Îbrahîm çûne ser mala hemwelatiyekî û ew birîndar kirine.
Çapemeniya Iraqê da zanîn, piştî çekdarên Heşdî Eşîrî (milîsên sunne yên ser bi Heşdî Şeibî) li dij wan rawestane, çekdarên DAIŞê neçar mane birevin.