Cîhan
DAISê li Himsê 4 çekdarên Liwaya El-Qudsê kust
PeyamaKurd - Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên DAIŞê îro li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê êrişî binkeya Lîwaya El-Qudsê ya ku Îran piştgiriya wê dike kiriye.
Di êrişê de 4 çekdarên Lîwaya El-Qudsê hatin kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.
Herwiha çekdarên DAIŞê li bajarên Tedmur û Suxneyê jî êrişî grûpên Lîwaya El-Quds a Filistînî û grûpa Fatimiyûn a Efxanî yên ser bi îranê ve kirine û diwan êrişan de jî gelek çekdar birîndar bûne.