TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê li nêzîkî deriyekî Iraqê 3 kes revandin

📅 10 rêbendan 2020 17:56

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê 3 hemwelatî nêzîk deriyekî sînorê Iraqê revandin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku, duh êvarî 09.01.2020ê çekdarên DAIŞê êrîş birine ser gundê Sewsen Ebade yê li bakurê deriye sînor ê El Welîdê.

Li gor heman çavkaniyê ragihandiye, piştî revandina wan her sê kesan, çekdarên DAIŞê ber bi kûrayiya çolên Enbarê ve reviyane.

Hêjayî gotinê ye ku Deriyê El Welîd di navbera Iraq û Sûriyê de ye, dikeve sînorê bajarokê Qaîm a parêzgeha Enbarê.

Parve bike: