Danimarka û DYA li ser Grönlandê li hev kirin
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump digot ku wê girava Grönlandê bikire û bike baregehekî bergiriyê li dijî Rûsyayê. Ev jî navbera welatên Ewrûpayê û DYAyê xerab kiribû bi taybetî ya Danimarkayê.
Niha hat ragihandin ku DYA û Danimarka ji bo ewlehiya Grönlandê xwurt bikin li hev kirine û di hefta pêşiya me de, wê peymanê îmza bikin. Peyman dê New Yorkê di hefta pêşiya me de bibe.
Bi îhtîmalekî mezin wê îmzakirin bikeve wexta civîna giştî ya NY. Piştî îmzayê wê peyman di parlementoyên pêwendîdar de bijkeve rojeva wan û dê pêvajoyê temam bikin.
Li ser mijarê, Trump ragihand ku peyman wê li giravê seha tevgera mayînde biafirîne. Wê DYA karibe li giravê heyiya xwe ya leşkerî zêdetir bike û yekser dest bi xebatê bike.
Serokwezîrê Danimarkayê Mette Frederiksen jî ragihand ku wê peyman li Arktikê hevkariya ewlehiyê li Atlantika Bakûr xwurt bike. Frederiksen got ku peyman desthilata qraliyeta Danimarkayê û yekîtiya axa wê diparêze û her weha nasdike ku xelkê Grönlandê çarenûsa xwe di pêşde tayîn bike.