TR KU SO
FB X
Cîhan

Danûstandinên Îran û DYAyê xitimîn: Trump vegeriya Washingtonê

Admin H
Nivîskar
📅 23 gulan 2026 08:51

PeyamaKurd - Danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de yên ji bo bidawîkirina şerê heyî, heya niha bi temamî bêencam mane.

Jêderên nêzîkî tîma Îranê ragihandin ku her çiqas di hin mijaran de pêşketin hebin jî, prensîba Tehranê ev e ku: "Heta ku hemû mijarên nakok bi temamî çareser nebin, ti peyman nayê îmzekirin."

Li aliyê din malpera "Axios" li ser zimanê berpirsekî Amerîkî diyar kir ku ev prose "pir westandî" ye û di pratîkê de ti gavan bi pêş de naavêjin.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump geşta xwe ya New Jersey betal kir û bi lez vegeriya paytext Washingtonê.

Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" ragihand ku ji ber vê qonaxa hestiyar ew girîng dibîne ku li Qesra Spî bimîne û rasterast dosyaya taybet a Îranê bişopîne.

Piştî vegera ji Çînê, Trump li gel şêwirmendên xwe yên nêzîk civiya daku bijardeyên şer binirxînin û tora CBS jî eşkere kir ku artêşa Amerîkayê ji bo êrîşeke muhtemel a li ser Îranê di dawiya vê hefteyê de amadekariyên xwe bi temamî qedandine.

Parve bike: