TR KU SO
FB X
Cîhan

Daraza Îranê ji ber protestoyên Rêbendanê 32,5 sal ceza da Meryem Babacanî

Admin M
Nivîskar
📅 03 hezîran 2026 21:43

PeyamaKurd – Daraza Îranê ji ber tevlî protestoyên meha Rêbendana sala 2026an bûye, Meryem Babacanî hatibû girtin û niha daraza Îranê 32 sal û 6 meh û 2 roj cezayê zîndanê da Meryen Babacanî. Li gor qanûnên Îranê wê Babacanî 20 sal cezayê zîndanê bikşîne.

Li gor ragihandina rêxistina mafên mirovan ya Hengawê; Dadgeha Ahwazê ya yekem ceza daye Babacanî. Dadgehê ji ber sûcekî 20 sal û 1 roj û ji sûcekî dinê jî 12 sal, 6 meh û 1 roj ceza daye Babacanî ku bi temamî dike 32 sal, 6 meh û 2 roj.

Piştî biryara dadgehê, parêzerê Babacanî yê bi navê Husseyin-Ali Xatemî îtîraza biryarê kiriye.

Babacanî li ser bûyerên meha Rêbendana sala 2026an li İzehê hatibû girtin û bi 10 milyar tumen kefaletê ji zîndanê serbest berdabûn.

Parve bike: