Davutoglu îfade da: Ev di dîroka Tirkiyeyê de yekem e, dilê min êşiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ku demek berê xwe fesih kiribû Ahmet Davutoglu, ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi tawana heqareta li serokomar li Dadgeha Enqereyê wekî "gumanbar" îfade da.
Davutoglu, piştî îfadeyê bertek nîşanî lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li ser bingeha madeya "Heqareta li Serokomar" hatiye destpêkirin, da.
Davutoglu piştî dayîna îfadeyê got ku di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de cara ewil e ku serokwezîrek ji ber nêrînên xwe bi vî rengî tê dadgehkirin.
Davutoglu da xuyakirin ku ji bo ku welat û dadgeh di qada navneteweyî de nebin armanca rexneyan heta niha bêdeng maye, lê parastina rûmeta welat ji her tiştî girîngtir e.
Davutoglu her wiha got ku ew ê ji bo armancên xwe têkoşîna siyasî bidomîne, lê vê lêpirsînî dilê wî pir êşandiye.