TR KU SO
FB X
Cîhan

Davutoglu û Yapicioglu li mijara Filîstînê hevdîtin kirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2023 22:20

PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu li Parlamentoya Tirkiyê hevdîtinek kirin.

Di hevdîtina ku li mijara piştevaniya bo Filîstînê hatiye nirxandin de, Davutoglu got: “Divê doza Filîstînê di bin siya hin dîmenên nexweş de nemîne.”

Yapicioglu jî li ser hevdîtinê diyar kir ku wan li ser mijarê tiştên ku bihevre dikarin bikin axivî ne.

Ahmet Davutoglu êrîşên asmanî yên Îsraîlê ku piştî êrîşa ser sivîlan a Hamasê berdewam dikin, bi tundî rexne kir û diyar kir, “Meseleya Filîstînê ne tenê meseleya Ereban û Misilmanan e, herwiha meseleya mirovahiyê ye.”

Davutoglu herwiha da zanîn ku ew hêvî dikin di demeke zû de agirbest were ragihandin û proseyeke ku statuya Qûdsê û Mescîda Eqsa neyê guhertin dest pê bike.

Parve bike: