Daxuyaniya F-16 ya Amerîkayê: Ne mijara serê demkurt e!
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan derbarê daxwaza Ukraynayê ya ji bo balafirên şer ên F-16 de wiha got: "F-16 ne mijara şerê demkurt e."
Sullivan got, seredana serokê Amerîka Joe Biden ji bo Ukraynayê alîkariyên nû bi xwe re anî, ji wan zêdetir cebilxane û teknolojiya bilind di çarçoveya alîkariyê de ji bo vî welatî.
Sullivan da zanîn, "Amerîka îro pakêteke zêde ya 2 milyar dolar arîkariya ewlehiyê ji Ukraynayê re ragihand."
Derbarê daxwaza Ukraynayê ya ji bo balafirên F-16, Sullivan diyar kir, Ukrayna ber bi êrîşeke dijber ve diçe û ew nafikirin ku F-16 di çarçoveya van êrîşan de şiyanên sereke ne.
Sullivan got, "F-16 ne meseleya şerê demkurt e. Meseleya parastina demdirêj a Ukraynayê ye" û da zanîn, Biden û Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi vî awayî li ser mijarê axivîn.
Tê çaverêkirin ku Amerîka roja 24ê Sibatê di salvegera şer de toleyên nû li ser Rûsyayê ragihîne.