TR KU SO
FB X
Cîhan

Daxuyaniya Iraqê ji Swêdê!

Admin L
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2023 14:29

PeyamaKurd Wezareta Derve ya Swêdê ragihand, ew bi rayedarên Iraqê re di têkiliyê de ne û ji bo başkirina pêwendiyên ku ji ber êrîşa li ser Qurana pîroz a li Stockholmê û serdegirtina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê aloz bûne, diyalogê didomînin.

Berpirsa Çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Swêdê Karin Bolin ji televîzyona dewletê SVT re diyar kir, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hussein pêwendiyeke telefonî pêk anîne.

Bolin got, "Têkiliyên me yên li ser asta derve û herêmî bi rayedarên Iraqê re hebûn. Têkilî û diyaloga me dewam dike. Divê em vegerin rewşa berê."

Salwan Momika ku bi eslê xwe Iraqî ye û li Swêdê dijî, di 20ê Tîrmehê de li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li Stockholmê di bin parastina polîsan de heqaret li Qur'anê û ala Iraqê kiribû.

Li Bexdayê alîgirên Tevgera Sedr girtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û hinek cihên avahiyê şewitandin.

Parve bike: