TR KU SO
FB X
Cîhan

Daxuyaniya Serokê Rûsyayê li ser Filistînê: Ev axa wan e!

Admin L
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2023 14:32

PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ku serdana Erebîstana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban kir, derbarê nakokiya Îsraîl û Fîlîstînê de ji televîzyonên Ereb re daxuyanî da.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi serdanên fermî yên Erebîstana Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî pêk anî. Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya bi medyaya Erebî de wiha got: "Filistîn di dîrokê de aîdî Filistîniyan e."

Serokê Rûsyayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ev axa ku Filistînî lê dijîn e, ev axa wan a dîrokî ye. Pêwîst e li vê herêmê dewleteke Filistînî ya serbixwe hebe."

 
Parve bike: