TR KU SO
FB X
Cîhan

Daxuyaniya 'Xezze' ya Îsraîlê

Admin L
Nivîskar
📅 13 mijdar 2023 14:29

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant diyar kir, ji bo serbestberdana girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de "dikarin lihev bikin."

Yoav Galant bi malbatên girtiyan re hevdîtin kir.

Galant got, "Di vî şerî de polîs tenê bi du tiştan re eleqedar in: têkbirina Hamasê û vegerandina girtiyan." Galant û anî ziman ku ew bi biryar in ku bi her awayî girtiyan rizgar bikin û ev jî dibe ku bi rêya peyman an operasyonekê be.

Galant eşkere kir, ew bi salan e Hamasê nas dike û dizane ku bi zextên leşkerî dikarin li dijî wê têbikoşin û got, "Ji bo şer tabloyeke me nîne. Heta girtî bên berdan em ê bidomînin."

Galant bi vê daxuyaniyê cara ewil behsa îhtîmala pêkanîna rêkeftinekê ji bo azadkirina girtiyên di destê Hamasê de kir.

 
Parve bike: