TR KU SO
FB X
Cîhan

Dê 13 hezar û 200 polîs û cendirme wezîfe bikin

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2019 03:24

PeyamaKurd- Li welatê Fransayê di navbera 24 û 26 ê meha tebaxê de, wê zîrwe ya G7an çêbibe û bi wê sedemê wezîrê karên hundir yê Fransayê Christophe Castaner ragihand ku wê zîrwe li bajarê Biarritzê çêbibe û bo ewlekariyê dê 13 hezar û 200 polîs, cendirme û 450 xebatkarên îtfaiyê wezîfe bikin.

Wezîr Castaner bo çapemeniyê civînekî lidarxist û got ku di zîrweyê de, dê li ser mijarên ewlekariyê, şertên hewa dinyayê û yeksaniya jin û meran bê rawestandin. Bo di zîrweyê de xwepêşandêr zerarê nedin civînê û êrîşên terorî çênebin, hemû tedbîr hatine sitendin.

Zîrweya G7 dê bibe ya 45emîn û li bajarê Fransayê li Biarritzê bicive. Amerîka, Fransa, Almanya, Îngîltere, Îtalya, Japonya û Kanada endamên zîrwe ya G7 in.

Parve bike: