Cîhan
Dê CHP bernameya partiyê li gorî sîstema nû nûjen dike
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ferman da lijneyên partiya xwe ku ji bo guhertin û nûjenkirina naveroka bernameya partiyê xebat bên destpêkirin.
CHPê herî dawî sala 2008an di bernameya partiyê de guherîn çêkirine ku vê carê jî dixwaze bi kordînasyona Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Fethî Açikel li gorî ‘Tirkiyeya sedsala 21an’ û bi hedefa bernameyeke Komarparêz guherînan çêbike.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê guherîna bernameyê ji bo dîtina formulekê derketina ji rejîma yekzilamî (Erdogan) û çareserkirina kêşeyan di sîstem seroktiyê de, dê bê amadekirin.