Cîhan
Dê Rûm, bo xebatkarên kestiya Tirkiyê biryara girtinê bidin
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûman Nikos Hristodulidis ragihand ku di derbarê girtina xebatkarên keştiya Tirkiyê de, xebatên wan ber bi dawiyê hatine. Keştiya Tirkiyê ya bi navê Fatih ê li rojhilatê Behra Sipî xebata petrolê ya lêgerînê dikin.
Wezîrê Rûma weha got:
“Bo biryara girtina wan em di pêvajoya dawiyê de ne. Piştî wê mjar dibe ya darizandinê. Me temamê belgeyan daye dadgehê û li bende ne ku biryara ewilî ya girtinê derê.”
Rêvebiriya Rûman dibêje wê di dadgeha Lefkoşe ya Dadgeha Qezayê de biryar derê û di peyde bo biryar bibe ya navdewletî, dê xebata xwe bikin.
Hristodulidis ragihand ku serokê rêvebiriya Rûmê Nikos Anastasiadis jî dê li Yekîtiya Awrûpayê Tirkiyê şîkayet bike.