Cîhan
DEAS dikare êrîsî ser dêr û Sînagogan bike
PeyamaKurd- Piştî êrîşa ser mizgeftê ya li Zelanada ya Nû, niha hinek hêz dixwazin DEAŞê bidin pêş û weka tolhildan êrîşê dêr û sînagogan bikin. Sîliha di wêne de xuya dike ku bi yekî DEAŞî re hatiye girtin, li serê nivîsên “tolhildanê” hene ku fikrekî dide bo plana DEAŞê ya pêşiya me.
Sîliha ku li serê nivîs heye, li Dêrezorê li Baxozê, li gundê herî dawiyê yê ku destê DEAŞê de bû, ketiye dest. Wêne di sîteya wan an ya nêzî wan de hatiye belavkirin. DEAŞ dibêje ku ew bo tolhildanê wê êrîşê dêrên xîrîstiyanan û sînagogên cihûyan bikin. Ev jî nîşan dide ku rêvebiriya DEAŞê, wê berê wan bidin ser perestgehên din.
Divê perestgehên dinyayê hemî tedbîrên xwe zêde bikin da karibin ber li êrîşan bigrin.