TR KU SO
FB X
Cîhan

DEAS êrîsa li Strazbûrgê girt ser xwe

Admin M
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2018 01:44

PeyamaKurd- Êrîşa çekdarî ya li Fransayê li bajarê Strazbûrgê DEAŞ ê girt ser xwe ku wan bi xwe kiriye. Bûyer roja sêşemê ber bi êvarê çêbû. Nûçe ji aliyê çapemeniya Fransa de hat ragihandin.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Christophe Castaner di civîna çapemeniyê de ragihand ku êrîşker berya bê kuştin li 3 polîsan daye. Êrîşkerê 29 salî navê wî Şerîf Çekkat e. Li bazara Noelê êrîşê ser xelkê kiribû, di encamê de 3 kes miribûn û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Dozgerê Parîsê Remy Heitz, ragihandibû ku êrîşker berê li Fransa, Almanya û Îswîçreyê 27 car bi sedema dizî û tecawuzê hatiye cezakirin.

Parve bike: