Cîhan
DEAS li Rûsyayê xebatên xwe didomîne
PeyamaKurd- Li Rûsyayê li Oblasta Vladimir, Rêxistina Îstîxbarata Federal (FSB) avêt ser maleka DEAŞ iyan û di navbera wan de şer derket. Operasyon ber destê sibê çêbû û hêzên asayîşê yên Rûsyayê ewilî taxê vala kirin. D0r li malê girtin û bo teslîmbûna wan bang li wan kirin. Di encamê de di navbera wan de şer derket û her 2 DEAŞ î hatin kuştin. FSB demeke dirêje ku wan dişopîne.
Di encama operasyonê de gelek sîlih û dokumanên dîjîtal ketin dest. Hat ragihandin ku her du kes bi temsîlkarên rêxistinê re di nava pêwendiyan de bûne. Di demeka kin de dê Kolçuginoyê biketina nav tevgereka xwînrêjiyê.