TR KU SO
FB X
Cîhan

DEASê li Lîbyayê êrîs kir: 4 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2018 20:33

PeyamaKurd- Li Lîbyayê li bajarê Cûrfayê, li devera Fûqûhayê, DEAŞ ê êrîşeka çekdarî kir û di encamê de 4 kes mirin. Ragihandin di malepara Meclisa Şaredariyê ya Cûrfayê de hat kirin û ragihandin weha ye:

“ Grûbeka DEAŞê li dora 25 erebeyan li herêma Fûqahayê ku navenda polis jî di heman herêmê de ye, êrîşeka çekdarî pêkanî. Di êrîşê de 4 kes mirin, hinek kes hatin revandin û hinek xanî hatin şewitandin.”

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane wezîfedarên wezareta karên hundir û sîvîl in. Herêma Fûqaha niha di destê general Xelîfe de ye. General Xelîfe ji hukumeta Lîbyayê cuda tevdigere.

Parve bike: